Pirtukxane.net çi ye? Em kî ne?
Li gorî ku niha hûn di malpera me de ne, wê demê hûn ji xwendina pirtûkan hez dikin. Jixwe me jî ji bo ku hûn pirtûkhezên hêja, bikaribin xwe bigihînin çi pirtûkên ku hûn bixwazin, me bi navê PIRTUKXANE.NET vê pirtûkxaneya dijîtal ava kir.
Weke pirtûkxane armanca me ew e ku em xizmeteke baş bidin pirtûkhezên li Ewrûpayê û li deverên din ên cîhanê.
Em dixwazin ku e pirtûkhezên hêja çi li Ewrûpa û deverên din ên cîhanê bêyî pirtêk nehêlin. Pirtêkên ku hûn li wan digerin bi awayekî herî bi lez ji bo we peyde bikin û bigihînin we.
Armanca me bi tenê ne ew e ku em weke ticaretxaneyekê li ser malpera xwe pirtêkan bifroşin. Em dixwazin bi we pirtûkhezên hêja re bi rêya pirtûkxaneya xwe li ser esasê serwextî û têgihîştineke demokratîk têkiliyeke germ û saxlem deynin.
Hûn dikarin vi rêya pirtukxane.net ji pirtûkxaneya me xwe bigihîn bi hezaran pirtûkên di beşên; wêje, dîrok, zanîn û felsefeyê. Li gel pirtûkên me yên Kurdî û Tirkî hûn dikarin pirtêkên bi zimanên dîtir jî damîn bikin.
Em girîngiyeke mezin didin xwendina bi zaravayên Kurdî. Di vî warî de jî weke pirtûkxane.net’ê li gel pirtûkên weke roman, çîrok, helbest, dîrok, felsefe, lêkolînê yên bi zimanê Kurdî, hûn dikarin xwe bigihînin pirtûkên hînbûna zimanê Kurdî jî.
Bi rêya pirtukxane.net’ê hûn dikarin ji edrnîgariya Kurdistan û Anatolyayê xwe bigihînin gelek pirtûkan.
Dema ku we serdana malpera me kir, hûn dikarin ji gelek weşanxaneyan û cureyên pirtêkan jî bibînin û wan bidin ber hev. Li gorî mijarên ku hûn pê re eleqedar dibin, hûn dikarin lîsteya xwe ya pirtêkan jî amade bikin û wan pirtûkan bi lez ji me daxwaz bikin.
Pirtûkên ku we li ser malpera me nedîtin jî, xeman nexwin bi rêya e-mail yan jî li ser hisabên me yên medyaya dijîtal dema hûn bi me re bikevin têkiliyê em ê di dema herî kin de wan pirtûkan jî ji bo we damîn bikin.
Em weke pirtukxane.net’ê weke ‘pirtûkxaneya mala we’ katalogelek berfireh a pirtûkan jî pêşkêşî we pirtûkhezên hêja dikin.
Bi rêya malpera me hûn dikarin xwe bi lez bigihînin pirtûkên, bîranînên gerîla, berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîlên azadiyê, berhemên jinan û jineolojiyê, dîroka Kurdistan û cîhanê, berhemên wêjeyê, pirtêkên zarokan, dîrok, mîtolojî, lêkolîn, felsefe û derûnînasî, bîr û baweriyan.
Em weke pirtukxane.net’ê bi kampanyayên xwe yên cihêreng dikin ku hûn bikaribin bi erzanî û bi lez xwe bigihînin pirtûkan.Li ser malpera me weke endam hûn dikarin sîparîşên xwe jî bişopînin û agahiyên di heqê pirtûkên nû derketine de jî bibînin.
Hemû pirs û pirsgirêkên xwe hûn her demê dikarin bi rêya e-mail û hisabên me yên medyaya dijîtal bi me re bikevin têkiliyê.