Bîra Stranan
€12.00
Hunermenda navdar a muzîka Kurdî û ya kevneşopiya dengbêjiyê Bermal Çem, bi berhema xwe ya nû Bîra Stranan li ber we ye.
Ev pirtûk xebateke kolektîf û arşîvî ye ku stran, nota û biyografiyên hozan û hunermendên şehîd ên di bîra gelê Kurd de dijîn, tîne cem hev. Berhem şopa gelek dengan digire — Alî Doğan Yıldırım, Hozan Sefkan, Hozan Mizgîn, Alî Temel, Viyan Peyman û gelekên din — û rastî, êş û hêviya li pişt her stranê digihîne pêşerojê.
Wek ku Bermal Çem dibêje, dengek û stranek ne tenê aydê xwe ye — ew rastiya dîroka civakekê vedibêje, sînorên tarî diqelêşe û weke çirayekê pêşerojê ronî dike. Bîra Stranan hem arşîveke muzîkê ye, hem jî mîraseke çandî û perwerdehî ye ji bo nifşên nû.
Bi notayên dengbêjiyê, biyografî û foto-restorasyonê bi hûrgilî hatiye amadekirin. Ev berhema 290 rûpelî çavkaniyeke bingehîn e ji bo her kesê ku qîmetê dide çand û bîra muzîka Kurdî.